Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di çerçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, roja 17.10.2018ê, digel Adil Abdulmehdî serokwezîrê teklîfkirî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê, civiya û gavên heta niha ji bona pêkanîna kabîneya nû hatine avêtin nirxandin.
Di civînê de, her du aliyan, pêşhatên dawiyê yên siyasî û emnî li deverê bi giştî û li Îraqê bi taybetî, pirosesa siyasaî û diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin û berdewamiya diyaloga navbera her du aliyan û çareserkirina tev pirsgirêkan di çarçoveya destûra Îraqê de bi pêwîstî û giringî zanî.