Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 22 MAY 2019 13:46 Erbil, GMT +3

Peyama Encumena Wezîran ji bo 8 Adarê Roja Cîhaniya Jinan

FRI, 8 MAR 2019 16:05 | KRG Cabinet

Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê di peyamekê de, 8 Adarê, Roja Cîhaniya Jinan Pîroz dike:

8 Adarê rojeka geş di bîranîna mirovahiyê de ye, bîr anîna vê rojê, rêz girtin e ji xeba pitir ji 150 salên jinan û wekhevxwazan ji bo wekhevî û dadperwerî ya civakî. Em di vê roja hêja de, bi germî pîrozbahiyê ji hemû jinên Kurdistanê û cîhanê dikin.

Cihê şanaziyê ye ku jinên Kurdistanê herdem beşadariyeka ektîv di warên cuda yên xebat û têkoşînê de hebûne û herdem qurbaniyên sereke yên tundiyê bûne û di serî de jî, qurbaniyên tundiyên şer û wan karesatan bûne ku bi serê gelê me de hatine, her ji Enfal û kîmyabaranê bigre heta karesata êrîşa nemirovane ya terorîstên DAIŞê di derheqê jinên me yên Êzidî li Şingalê, lê belê çi bûyereka karestbar nekariye mezinahiya jinên Kurdistanê û morala wan  ji bo jiyan, xebat û serbilindiyê, kêm bike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim bi meraq, wek prensîpeka negor a mafên mirovan û demokrasiyê, li dosyeya wekhevî û mafên jinan nihêriye û bi hebûna deste û saziyên hikûmî yên taybet bi jinan û yên berevaniyê ji mafên wan dikin, rewşeke guncaw ji bo kar û têkoşîna rêxistinên nehikûmî yên taybet bi warê jinan û mafên wan, hatiye amadekirin.

Jin di sektora perwerde û pêgihandina nivşên îro û pêşerojê yên gelê me xwedî roleke sereke ne û sal bi sal jî rola wan di vê sektora giring de pitir dibe. Zêdebûna hijmara jinên parlamenter û xwedî postên bilind û giring di saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê de, amajeyeke giring a bihêzbûna bingehên wekheviyê ne, berhevbûna jinên Kurdistanê di warê sermaye razandinê û sektora taybet de, pêngaveka din a giring e ji bo beşdariya wan di civakê de û divê  bi awayekê cidi piştîvanî ji hewlên wan di vî warî de bê kirin û berfirehtir bibe.

Erkê hemû kes û girûp û partî yên Kurdistanî ye, bi taybetî destbijêran ku  ji  bo jiyaneka pir biha, bedew û morov dost  û civakeka lêbihor a wekhevxwaz û pêşerojeka geş, piştvaniyê ji yeksanî û bi dest xistana bingehên wê bikin

Bîranîna roja 8 Adarê, Roja Cîjaniya Jinan pîroz be

Silav ji bo cane jinên egîdên gelê me ku ji bo mafên rewa yên gel û niştîman canê xwe gorî kirin

Silav ji cane pîrozê hemû şehîdên rêya rizgarî û serbilindiyê

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê

8 Adara 2019



Li van ji binere