Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 26 APR 2024 20:52 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Civata Wezîran cejna Ekîto pîroz dike

MON, 1 APR 2019 12:57 | KRG Cabinet

Civata wezîran ya Herêma Kurdistanê cejna sersala Aşûrî-Babilî û cejna Ekîto li xûşk û birayên aşûrî, kildanî û siryaniyên li Herêma Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dike û cejn û saleka xweş û bextewrder ji wan ra hêvî dike.

Civata wezîran hêvîdar e di sala nû da hemû ew malbatên ji ber şer û nearamiyê neçar bûn ji mal, milk û warên xwe koçber bibin, bi serbilindî bo ser mal û milkê xwe vegerin, deverên wan bên avadan kirin û parastin û cejnên bên di nav aramî, avadanî û tenahiyê da pîroz bikin.

Bi vê boneya pîroz da, hikûmeta Herêma Kurdistanê, weke hertim, dê ji bona kûrtirkirina kultûra pêkvejiyan, lêbihurîn û aşitiyê di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî da li Kurdistanê, kar bike.

Careke din cejneka aram û bextewr ji bo hemû xûşk û birayên aşurî, kildanî û siryanî dixwzîn. Hempû sal bi xeşî bin.
Civata wezîrên Herêma Kurdistanê
31.03.2019