Bi armanca pîrozkirina 39. salvegera serketina şoreşa gelên Îranê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, hevrê digel Wezîrê Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî û Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan, serdana Konsulxaneya Komara Îslamiya Îranê li Hewlêrê kir û ji aliyê Morteza Ebadî Konsulê vî welatîve pêşwazî jê re hate kirin.
Talebanî bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Komara Îslamiya Îranê kir û serkeftina şoreşa gelên Îranê ji bo deverê bi werçerxaneka giring daye zanîn.
Her du aliyan behsa têkeliyên anvbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê kirin û amaje bi wê yekê kirin ku divê têkeliyên navbera her du aliyan zêdetir pêşbikevin û gelê Îranê ji bilî ku di warê cografiyayê de cîraneke baş bûye, hemû deman, bi taybetî di demên dijwar de, dostê gelê kurd bûye.
Konsulê Komara Îslamiya Îranê sipasiya şandeya balaya Herêma Kurdistanê kir û got ku gel û Hikûmeta Îranê, Herêma Kurdistanê bi dostê xwe yê dêrîn dizane û hertim amade ye hevkarî û hevahengiyê pê re bike.