Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 26 APR 2024 18:45 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Partiya SPD ya Almanyayê rol û mêrxasiya Pêşmerge li şerê dijî DAÎŞê bilind dinrixîne

SUN, 18 FEB 2018 03:11 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya seredana xwe ya ji bo Almanyayê de, roja 17.02.2018 li Munchen, digel şandeyeke hevbeş ji komîteya têkeliyên derve û komîteya bergiriyê yên partiya SPD li parlamentoya Almanyayê civiya û behsa pêşhatên dawiyê yên danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û hêvî xwestin ku hemû arîşe bi dyalogê bên çaresr kirin.

Her du aliyan behsa şerê dijî DAÎŞê û ew alîkariyên di dema şer de Almanya û civaka navdewletî pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirine, qonaxa piştî DAÎŞê û giringiya nehêlana sedemên çêbûna wê rêxistina terrorist û berhingarbûna hizra teror û şidetê kir.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya alîkarî û hevkariyên Almanyayê yên di dema şerê dijî terorê de pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirine  kir û ew alîkariyên navdewletî  bi giring û yekalîkirina şerê dijî terorê wesif kirin. Barzanî behsa çewaniya serederîkirina digel qonaxa piştî DAÎŞê, giringiya hevkariyên anvdewletî ji bo binyatdanan şiyanan, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û mihtaciyên vegerandina wan kir û got ku ji bona vegerandina wan divê aramî û îstîqrar li deverên wan hebe, deverên wan bên avakirin û derfetên kar ji wan re bên peyda kirin.

Şandeya SPD li hember wê hevkarî û hevahengiya navebra pêşmerge û hêzên Alamnyayê de li Herêma Kurdiatanê heye dilxweşiya xwe nîşan da û rol û mêrxasiya pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê de bilind nirxand.

Di civînê de, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve  û Dilşad Barzanî nûnerê hikûmeta Kurdistanê liAlmanyayê, amade bûn.