Li Munchen û di berdewamiya seredana xwe ya ji bo Almanyayê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 17.02.2018, digel Wezîra Bavaria ji bo karûbarên Ewropayê û têkeliyên navbera Herêman û şandeya bi wê re civiya.
Di civînê de ku, Fuad Hisên serokê dîwana seroaktiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve û Dilşad Barzanî nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Almanyayê made bûn, wezîra Bavaria behsa seredan, piroje û çalakiyên wan li Herêma Kurdistanê, bi taybetî ew kar û pirojeyên ji bona xizmetkirina koçber û penaeran pêşkeş kirine kir û sipasiya hikûmet û saziyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê kir ku hevkarî û hevahengî digel kar û pirojeyên wan li Herêma Kurdistanê kirine.
Her du aliyan behsa rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê, qonaxa piştî DAÎŞê, pêşhatên danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina arîşeyên navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Îraqa Federal, serederîkirin digel rewşa nû, derfetên kar, jînge û aqarê berhemanînê û sermayerazandinê li Herêma Kurdistanê, rewşa koçber û penaberan û rûbirûbûna şidetê kir.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên di warê serbazî û mirovî de pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirine kir û behda rewşa êkonomî û berhemanînê kir û got ku li qonaxa piştî nemana DAÎŞê, Herêma Kurdistanê ji bo kar, berhemanîn û sermayerazandinê vekiriye û kompanî û şirketên Almanyayê dikarin kar û pirojeyan û sermayegozariyê li Herêma Kurdistanê encam bidin.