Bi minasibeta 8 Adarê, roja cîhaniya jinan, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi amadebûna Yusif Goran WezîrêXandina Bilind û Lêkolînên Zanistî, Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmetê û Pexşan Zengene Berpirsa Giştiya Civata Bilinda Karûbarên Xaniman, beşdarî di konferensa geşkirina senterên Gendernasî li unîversîteyên Kurdistanê kir.
Talebanî, di konferensê de, peyvek pêşkeş kir û roja cîhaniya jinan li tevaya jin û keçên Kurdistanî pîroz kir û behsa pirsên jinan û Gendernasî li Herêma Kurdistanê û çewaniya çareserkirina wan pirsan kir.
Cîgirê Serokwezîr tekîd kir ku divê xêzan, perwerde û xwendin di pêkanîna wekheviyê gender/cinsî rola xwe hebe û senterên lêkolîn û gendernasî dikarin bandora xwe di vî warî de hebe:
- Ez ji mêran dipirs im; gelo me bi kiriyar bawerî bi wekheviya cinsî heye? Eger heye, pênaseya wekheviya gender/cinsî çiye?
Talebanî got ku divê her kes ji aliyê xwe ve giringiyê bi vê pirsê bide ji bo vê yekê bikaribin wekheviya gender bi kiryar bi dest bînin.
- Di civakê de nehevsengiya genderî heye û beşek ji gencên civaka kurdewarî têgehiştineke şaş ji bo hevsengiya egnder heye û di vê çarçoveyê de divê senterên vî warî ji bo guhertina vê têgihiştnê hevkar bin.
Cîgirê Serokwezîr got ku divê bi kiriyar derfet û mecal bi jinan bihê dan ku dîtinên xwe bêjin, divê guhertin bên kirin û van guhertinan jî pêwîstî bi şoreşeke fikir û hizrî heye:
- Heta niha sîstema kota ya hilbijartinan ji bo jinan heye ji bo vê yekê jin bigihin parlamentoyê, careke din em dibêjin pêwîstiya me bi şoreşeke fikrî heye.