Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja pêncşem pêşwaziya Chen Weiqing Balyozê Komara Gel a Çînê û şandeka dîplomasiya pê re kir.
Weiqing bi giring nirxandina serketin û qurbanî yên Herêma Kurdistanê li şerê dijê terorê, piştîvaniya welatê xwe ji diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê re nîşan da.
Herwiha hêvî xwest hemû pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li gor destûra Îraqê bihên çareser kirin.
Balyozê Çînê bi pêdagirî li ser pêş xistina têkilî yên navbera Herêma Kirdistanê û Çînê bi taybetî li warê abûrî û bazirganî, berhev bûna welatê xwe ji bo haydana kompaniya yên Çînê ji bo kar û sermaye danînê li Herêma Kurdistanê nîşan da.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kurtiyek derbarê qurbanî yên Herêma Kurdistanê li şerê dijî terorê xiste berçav.
Herwiha derbarê diyaloga tevî Bexdayê jî, vekirina balafirgehan û şandina hinek ji mûçe yên karmendên Herêma Kurdistanê bi gaveka giring daye zanîn û pêdagirî li ser çareser kirina pirsgirêkan li gor destûra Îraqê kir.
Serokwezîr Barzanî xuya kir Herêma Kurdistanê bi giringî berê xwe dide pêş xistina têkiliyên tevî Çînê û hêsankariyê ji bo weberanîna kompaniya yên Çînê li Herêma Kurdistanê nîşan da.
La dawiyê jî behsa rewşa deverê û dawîn pêşhatên wê kirin.