Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 21.11.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Pol Gebard Balyozê kanadayê li Îraqê û Nancy Bergeron seroka ofîsa Kanadayê li Hewlêrê û şandeya bi wan re kir.
Gebard kêfxweşiya xwe li hember serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û rola Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê û pêşwazîkirin û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberên destê terorê bilind nirxand û behsa bername, çalakî û hevkariyên welatê xwe bi Îraq û Herêma Kurdistanê re dike kir.
Şandeya Kanadayê tekîd li ser wê yekê kir ku welatê wî bi giringî li wekhevî û beşdariya jinan di senterên biryardanê û pirsa hukimdariyê û na navendiyê dide,
Nêçîrvan Barzanî rewşa îro û qonaxa nû ya piştî hilbijartinên parlamentoya Îraq û Herêma Kurdistanê, vekirina rûpeleka nû di têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, qonaxa berhingar bûna DAÎŞê, piştevaniya Hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê ji şandeya mêvan re behis kir û rola Kanadayê di vê hevpeymaniyê de bilind nirxand.
Rewşa koçber û penaberan, pirsa pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêngavên erênî yên Herêma Kurdistanê yên di warê rewş û rola jinan de, têkeliyên navbera Kurdistanê û Kanadayê û rewşa herêmî bi giştî çend mijarên din yên civînê bûn.