Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 27 APR 2024 00:57 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr û Balyozê Kanadayê li Îraqê dicivin

THU, 22 NOV 2018 01:26 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 21.11.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Pol Gebard Balyozê kanadayê li Îraqê û Nancy Bergeron seroka ofîsa Kanadayê li Hewlêrê û şandeya bi wan re kir.

Gebard kêfxweşiya xwe li hember serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û rola Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê û pêşwazîkirin û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberên destê terorê bilind nirxand û behsa bername, çalakî û hevkariyên welatê  xwe bi Îraq û Herêma Kurdistanê re dike kir.

Şandeya Kanadayê tekîd li ser wê yekê kir ku welatê wî bi giringî li wekhevî û beşdariya jinan di senterên biryardanê û pirsa hukimdariyê û na navendiyê dide,

Nêçîrvan Barzanî rewşa îro û qonaxa nû ya piştî hilbijartinên parlamentoya Îraq û Herêma Kurdistanê, vekirina rûpeleka nû di têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê,  qonaxa berhingar bûna DAÎŞê, piştevaniya Hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê ji şandeya mêvan re behis kir û rola Kanadayê di vê hevpeymaniyê de bilind nirxand.

Rewşa koçber û penaberan, pirsa pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêngavên erênî yên Herêma Kurdistanê yên di warê rewş û rola jinan de, têkeliyên navbera Kurdistanê û Kanadayê û rewşa herêmî bi giştî çend mijarên din yên civînê bûn.