Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 30 APR 2024 21:06 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr û cîgirê serokwezîr serdana Yekgirtuya îslamiya Kurdistanê dikin

TUE, 21 NOV 2017 00:14 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî serokwezîr û Quabd Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civînekê de digel Selahedîn Bihaedîn emîndarê giştiyê Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê rewşa niha Herêma Kurdistanê tê de derbas dibe nirxand.

Nêçîrvan Barzanî û cîgirê xwe Qubad Talebanî, roja duşemê 20.11.2017ê li bajarê Hewlrê, serdana baregayê Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê kir û ji aliyê Selahedîn Bihaedîn emîndarê giştiyê wê partiyê ve hatin pêşwazî kirin.

Di civînekê de pêşhatên dawiyê yên pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û xebatên ji bona çareserkirina wan pirsgirêkan tên kirin, karûbarên hikûmetê, piştgiriya navdewletî ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û ew peywendiyên diplomasiyên bi serokwezîr re hatîne kirin,  hatin gotûbêj kirin.

Her du aliyan, ji bona derbaskirina vê qonaxê tekîd li ser yekrêzî û yekhelwestiya aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê, baştirkirina jiyana hevwelatiyan û birêveçûna hilbijartinên bihên di dema diyarkirî de, kirin.