Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 26 APR 2024 07:52 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr digel konsulê Tirkiyeyê dicive

WED, 29 NOV 2017 01:28 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 28.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Mihemed Akîf konsulê giştiyê Komara Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê ku, bi minasibeta bidawîhatina wezîfeya wî weke konsulê  Tirkiyeyê li Kurdistanê û xatirxestinê serdana serokwezîr kirbû, û şandeya pê re kir.

Akîf ji bona wê piştgirî û hevkariya di nav van çar salên kakrkirina wî de li herêma Kurdistanê pê re hatiye kirin sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û tekîd li ser pêşxistina têkeliyên navbera Hewlêr û Anqereyê kir.

Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku, Akîf di wezîfeya xwe ya nû de serkeftî be û sipasiya wî kir ku di dema kirina xwe de li herêma Kurdistanê karên xwe bi baştirîn awayî biencam gihandine û, herwesa, sipasiya hevkarî û alîkariyên hikûmeta Tirkiyeyê kir ku ji lêqewmiyên erdhejê re şandibûn.

Serokwezîr got ku Herêma Kurdistanê giringiyeke mezin bi têkeliyên xwe yên dostane yên bi Tirkiyeyê re dide û hêvî xwest ku ew têkeliyên bihêz yên di nevbera Hewlêr û Anqereyê hebûn, bi hewlên her du aliyan bo rewşa berê vegerin.