Di civînekê de digel serokwezîr û cîgirê serokwezîrê Herema Kurdistanê, serokomarê Îraqê tekîd kir ku Hewlêr û Bexda dixwazin di demek nêzîk de diyaloga avaker dest pê bikin û pirsgirêkên xwe çarser bikin ûher du alî amadene ku, biawayekî ku di berjewendiya hemû pêkhateyên gelê îraqê de be, aramî û yekêtiya rêzên gel û bicîkirina destûr û pêşkeftinê di hemû waran de misoger bike, rûpelek nû vekin.
Serokomarê Îraqê Fuad Mesûm, roja 29.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîr û Qubad Talebanî cîgirê serowkezîrê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin û di civînekê de rewşa Îraqê bi giştî û çarserkirina nakokî û pirsgirêkên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Nêçîrvan Barzanî xebatên serokomarê Îraqê yên ji bona jihevnêzîkirina dîtinên Hewlêr û Bexdayê bilin nirxand û ji bona destpêkirina diyaloga cidî û avekir û ji bona derbaskirina vê rewşa heye bi awayekî ku di berjewendiya hemû pêkhateyên Îraqê de be, hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye.