Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, roja duşemê 11.12.2017ê li bajarê Hewlêrê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serowkwezîr û bi amdebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê civiya û pirsa miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê û çend pirsên din gotûbêj kirin.
Bi minasibeta biserkeftina bi ser DAÎŞê de, civata wezîran pîrozbahî li pêşmergeyên mêtxas, tevaya gelê Kurdistanê, hemû gelên Îraqê û hêzên çekdarên îraqî kir. Sipasiya Hevpeymaniya Navdewletiya dijî DAÎŞê kir ku bê hevkarî û piştgiriya wan, zehmet bû ev serkeftin bi des bên. Canfedayî û mêrxasiya pêşmergeyê Kurdistanê ku yekem hêz bû DAÎŞ têkşikand û bi ser de serkeft, bilind nirxand.
Civînê tekîd li ser wê yekê kir ku, DAÎŞ bi tenê bi jinavbirina leşkeî bi dawî nayê, lê ew birastkirina pirosesa siyasî li Îraqê û nehêlana wan bîr û hizrên bûne sedema dirustbûn û serhildana DAÎŞê jinav diçe. Divê hokar û zemîneya serhildana DAÎŞê bên binbirkirin. bigarantîlkirina wekhevî û hevbeşiya hemû pêkhateyên Îraqê di pirosesa siyasî û birêvebirina welat û dabînkirina mafên wan, DAÎŞ namîne.
Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayî di raporekê de tevaya berhemanîna neftê li bîrên herêma Kurdistanê, dahatiniyê texmînkirî yê hinartin û firotina neftê di nava şeş mehên destpêka sala 2018ê xiste ber destê beşdarên civînê.
Raber Sedîq birîkarê wezareta darayî û aborî bi wekalet, behsa dahatiniyê giştî yên Herêma Kurdistanê di şeş mehên dstpêkê ji sala 2018ê bi taybetê behsa miaş û xerciyên giştî yê nserke yên xizmetgozarî, kir.
Civînê ew her du rapor û bijrdeyên dabînkirina mişa û budceya herêma Kurdistanê di çarçoveya dahatiniyê pêşbînîkirî de ji bo sala 2018ê gotûbêj kirin û dabînkirina miaş ji karên hikûmetê yên pêşîne dibe.
Civata wezîran behsa çaksaziyên di ware; sektora wezîfeyên giştî, teqawîd, miaş, çareserkirina pirsa wergirtina du miaşan ji hikûmetê, organîzekirina lîsteyên teqawîdan, rêxistina lîsterên warsên şehîdan, fermange û saziyên peywendîdar bi teqawidiyê, çalakirina Sindoqa Teqawîdê daku garantiya mafê teqawîdan bike û behsa çaksaziyan di çend warên din de kir.
Piştîwan Sadiq wezîrê perwerdeyê behsa astengîyên pêşveçûna sala xwendinê 2017-2018ê kir û tekîd kiri ku pirsên weke prensîpên mafê mirov, viyana neteweyî, jîngeparêzî û hin pirsên din yên perwerdeyîyê di pirogramên xwendinê de bi cî bibin. Sadiq behsa çalakiyên wezaretê yên di warê xandina meslekî, kursên pêgehandinê û bihêzkirina îmkanên mamosteyan kir.
Ebdulstar Mecîd wezîrê çandiyê û çavkaniyên avê li ser pilana wezareta xwe ji bo qonaxa niha ya herêma Kurdistanê, pêdawîstiyên take kesî ji av û xurakê, pêdawîstiyên av û xurakê li Herêma Kurdistanê, pilana wezaretê di qonxanên berhemanînê de, bibazarkirina berhemên navxweyî raporek pêşkeş kir.
Civata wezîran ew rapor nirxand û biryar da komîteyeke taybetmedar ji wezaret û aliyên peywendîdar bi hevahengî digel komîteya çandiniyê li parlamentoya Îraqê bê pêkanîn û pêşniyarên wezaretê lêkolîn bike û biryarên pêwîst bigire.