Hikûmeta Herêma Kurdistanê
MON, 29 APR 2024 19:14 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Theresa May: Birîtanya piştgiriya mafên gelê Kurdistanê dike

TUE, 12 DEC 2017 21:36 | KRG Cabinet

Serokwezîra Birîtanyayê telefona serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û di wê peywendiya telefonî de serokwezîra Birîtanyayê piştgiriya welatê xwe ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û dabînkirina mafên gelê Kurdistanê di çarçoveya Îraqê de nîşan da û got: Di serdana xwe ya dawiyê de bo Bexdayê, mixabin, ji ber nebûna demê min nekarî serdanan Herêma Kurdistanê bikim.

Theresa May serokwezîra Birîtanyayê, roja sêşemê 12.12.2017ê, telefona Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û ragehand ku Birîtanya lêdixebite Hewlêr û Bexdayê nêzîkî hev bike daku li gor destûra Îraqê û bi rêya diyalogê tev pirsgirêka çareser bikin. Serokwezîra Birîtanyayê hêvî xwest ku Hewlêr û Bexda li ser pirsa deriyên ser tixûban li hev bikin û di demek nêzîk de balefirxaneyên Herêma Kurdistanê bên vekirin.

Serokwezîra Berîtanyayê d wê peywendiya telefonî de, piştgiriya xwe ji bo pêşveçûna pirosesa demokrasî li Herêma Kurdstanê diyar kir û tekîd kir ku welatê wê li ser hevkarî û hevahengiya ku berê ji bona rûbirûbûna terorê digel Herêma Kurdistanê hebû, berdewam dibe. 

May, behsa xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên digel Herêma Kurdistanê kir û Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê vexwand Londonê daku ji nêzîk rewşê gotûbêj bikin.

Serokwezîrê Kurdistanê, ji bo wê peywendiya telefonî û vexwandina bo serdana Birîtanyayê, sipasiya serokwezîra  Birîtanyayê Theresa May kir û got ku Herêma Kurdistanê amadeye li gor destûra Îraqê û bi rêya danûstandinan hemû pirsgirêka bi Îraqê re çareser bike. Barzanî daxwaz kir ku Birîtanya digel Hevpeymanan ji bona derbaskirina vê rewşa heye û destpêkirina diyaloga Hewlêr û Bexdayê rola xwe bilîz in û hevkar bin.

Nêçîrvan Barzanî behsa rewşa Herêma Kurdistanê, bi tyabetî rewşa di ware budce û miaş de kir û got pêdviye Îraq li gor destûra Îraqê mafên Herêma Kurdistanê di budceya giştiya Îraqê de dabîn bike.

Li dor pirsa deriyên ser tixûban û Balefirxaneyên Herêma Kurdistanê, serokwezîrê Kurdistanê ji serokwezîra Birîtanyayê re got ku, hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî, hevahengî û karê hevbeş digel hikûmeta Îraqê li gor destûrê amadeye wan pirsan çareser bike.