Hikûmeta Herêma Kurdistanê
MON, 29 APR 2024 01:46 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr û balyozê Komara Çekê rewşa Îraq û Kurdistanê gotûbêj dikin

THU, 14 DEC 2017 23:37 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 14.12.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Yan Vetşal balyozê welatê Çekê li Îraqê û Îva Derdakova konsula Çekê li Herêma Kurdistanê û şandeya bi wan re kir.

Balyozê Komara Çekê behsa armanca serdana xwe ya bo Hewlêrê kir û got ku ew dixwaze ji nêzîk agadarî rewaş Herêma Kurdistanê û mekanîzma hikûûmeta Herêma Kurdistanê ji bo derbaskirina rewş û kirîza heye bibe, digel berpirsên hikûmeta Kurdistanê bicive û serdana kampên koçberan bike.

Balyozê Komara Çekê behsa kar û xebatên xwe li Îraq û Herêma Kurdistanê û gihandina hevkariyan bi rêya rêxistinên nehikûmî û bi hevahengiya digel saziyên hikûmetê bo herêma Kurdistanê kir û berheviya welatê xwe ji bo hevkariya hikûmeta Kurdistanê di warên cuda de nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevakriyên Komara Çekê ji bo Herêma Kurdistanê kir û behsa sedemên serhildana kirîza heye kir. Barzanî diyar kir ku tevî kêmbûna aloziyan navbera Hewlêr û Bexdayê, lê heta niha ji bona çareserkirina pirsgirêkan, daiyalogê dest pê nekiriye  û Herêma Kurdistanê jî destûra Îraqê weke bingehek ji bo çareserkirina pirsgirêkan dizane.

Serokwezîr behsa xebat û pilanên hikûmetê yên di warê; yekdengiya aliyên siyasiyên Kurdistanê div ê qonaxê de, çareserkirina pirgirêkên navxweyî, çewaniya derbaskirina kirîza aborî û siaysî, çaksaziyên di hemû waran de û bihêzkirina saziyên hikûmetê kir û bi pêwîstî zanî ku civaka navdewletî di warê alîkarîkirina koçber û penaberan de û pişevanîkirina infrastruktura aboriya Herêma Kurdistanê di vê qonaxê de zêdetr rola xwe bilîze.