Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 26 APR 2024 09:34 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Dizeyî: Em pêşwaziyê li her gaveke erênî ji aliyê Bexdayê ve bê avêtin dikin

TUE, 2 JAN 2018 23:27 | KRG Cabinet

Sefîn Dizeyî

Di vê dawiyê de li çend kanalên ragehandina Îraq û Herêma Kurdistanê behsa pêşhatên dawiyê yên diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê dikin û çend berpirsên Îraqê jî di vî warî de daxuyanî dane, ji bo zelalkirina vê pirsê,  Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji malpera fermiya hikûmeta Kurdistanê re got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li her gaveke erênî ya ji bona çareserkirina pirgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmet Îraqa federalî li gor destûrê dike.

Dizeyê got: Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya dawiyê de tekîd li ser helwesta xwe kiriye ku ji bo çareserkirina hemû arîşeyan li ser bingeh adestûra Îraqê digel hikûmeta fderalî çarser bike, amadeye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li her gaveke ku rê ji bo destpêkirina diyaloga navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federaliya Îraqê xweş dike, dike...... her di vê çarçoveyê de hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li wan destpêşxwerî û gavan dike ku heftiya borî li Bexdayê derketine holê ku, awayekî niyetpaqijiyê pê ve diyar e weke; serdana şandeya hikûmeta Îraqê bo Herêma Kurdistanê, daxwazkirina pêkanîna komîteyên hevbeş ji bo danûstanidnan li ser pirsa deriyên ser tixûban û balefirxaneyan, bendavên Herêma Kurdistanê û daxwazkirina lîsteyên miaşgirên her du wezaretên tendirustiyê û perwerdeyê yên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqa federalî ve bi armanca hinartina miaşê wan.

Liser pirsa vekirina deriyên ser tixûban digel Komara Îslamiya Îranê, Sefîn Dizeyî got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi van gavên Îran diavêje dilxweş e û bi hûrmet ve pêşwaziyê lê dike. Hiukûmeta Herêma Kurdistanê amadeye digel hikûmeta Îraqê li ser pirsa rêvebirina deriyên ser tixbûban û lo gor mekanîzm di destûrê de hatiye diyar kirin hevkarî û hevahengiyê bi Bexdayê re bike ku her du alî bi hev re bigihin çareseriyekê di berjewendiya her du aliyan de be.