Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SUN, 28 APR 2024 23:54 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Wezîrê Derve yê Îtalyayê: Piştevanî û dostîniya me bi Herêma Kurdistanê re berdewam dibe

SAT, 17 FEB 2018 00:28 | KRG Cabinet

Di berdewamiya çalakiyên konferensa emnî li Munchen, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya pê re, roja 16.02.2018ê. digel Angelino Alfano wezîrê derve yê Îtalyayê civiyan û rola pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê de bilina hat nirxandin.

Di civînê de, Angelino Alfano pesina rola Herêma Kurdistan û pêşmergeyê Kurdistanê li şerê dijî DAÎŞê da û tekîd li ser dostanî û piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê kir û dilxweşiya xwe jî li hember destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û hêvî xwest ew danûstandin serkeftî bin.

Nêçîrvan Barzanî, ji bona wan hevkarî û piştevniya di dema şerê dijî DAÎŞê pêşkeşî pêşmerge û Herêma Kurdistanê kirine,  sipasiya Îtalyayê kir û tekîd li ser giringiya rola Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî terorê kir û got ku tevî têkşikandina DAÎŞê ji aliyê leşkerî ve, giringe hokarên çêbûn û dirustbûna DAÎŞ û terorê li Îraqê û hizrûbîrên teror û tunûtûjiyê bên binbirkirin.
Rewşa herêmî û giringiya hevkarî û hevahengiya navdewletî ji bo berhingarbûna terorê mijarên din yên civînê bûn.