Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SUN, 28 APR 2024 08:09 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîrê Kurdistanê û Wezîrê Berevaniya Swêdê qonaxa piştî DAÎŞê gotûbêj dikin

SUN, 18 FEB 2018 04:12 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya kar û çalakiyên konferensa Asayîşa Munchen, roja 17.02.2018ê, digel Peter Hulqvist wezîrê bergiriyê yê Swêdê û şandeya pê re civiya û her du aliyan şerê dijî DAÎŞê û sedemên çêbûna wê, qonaxa piştî DAÎŞê û çewaniya serederîkirin digel wê qonaxê, pisa koşber û penaberan û çewaniya rêxweşkirina di warê aramî û avadankirinê de ji bo vegeriyana wan ji bo deverên wan gotûbêj kir.

Di civînê de ku, Fuad Hisên Serokê Dîwana Deroaktiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Têkeliyên Derve û Dilşad Barzanî Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Almanyayê amade bûn, destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê hat brehis kirin û hêvî xwestin ku ew danûstandin bigihin encamên baş bi awayekî ku di berjewendiya hemû aliyan da be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sipasiya hikûmet û gelê Swêdê kir ku di warê serbazî û mirovî de alîkariya Herêma Kurdistanê kirine û jê re behsa pêşhatên dawiyê yên diyaloha navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina hemû pirsan li ser bingeha destûra Îraqê kir.

Metirsiya terorê ji bo ser cîhanê, hevkarî û hevahengiya navdewletî ji bo jinavbirina wê metirisyê, jinavbirina terorê ji aliyê aborî, civakî, siyasî û hizrî ve û rewşa rojhilata navîn bi giştî mijarên din yên civîna serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê bergiriyê yê Swêdê bûn.