Hikûmeta Herêma Kurdistanê
MON, 29 APR 2024 14:45 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Peyama hikûmetê ji bo bîranîna kîmiyabarana Helebçeyê

FRI, 16 MAR 2018 13:04 | KRG Cabinet

 Di 30. salvegera  bîranîna kîmiyabarana Helebşeya Şehîd de, bi qedir û rûmet em bejna xwe li hember canê pakê şehîdên Helebçe diçemîn in, bi xem û kovaneke kûr  em yada wan şehîdên nemir ji; sava, zarok, jin, mêr, gênc û kalan dikin ku di nava bi tenê çend deqîqyan de, spêdehiya roja 16 Adara 1988ê bûne qurbaniyên hovatiya yek ji rijêmên herî diktatorên dîrokê,  guneha wan ne tiştek bû, guneha wan bi tenê kurdbûn bû.

Di demekê de ku tawana kîmiyabarana Helebçeya Şehîd  5 hezar şehîd li pişt xwe hiştin, nêzîkî 10 hezar birîndar jî xistin nav jiyanake tijî derdeserî û heta mane di nav jan, êş û azaran de bijîn û ti lezetê ji jiyana xwe nebînin û ew bibin şahidê wê tawana mezin ya dijî mirovî, xweza û jiyanê li ber çavên cîhanê encam da û hîngê tu kesî li ser vê tawana mezin deng nekir, tawanek ku mezlumetiya gelê Kurdistanê û hovatiya desthilatdarên berê li Bexdayê bi hemû cîhanê nîşan da.

Di vê yada bi xem û kovan de, em careka din dupat dikin ku em li gor şiyananxwe ji bona xizmetkirina Helebçeyê xemsarî û kêmasiyê nakin û em careke din daxwazê ji dewleta Îraqê dikin ku, erk û wezîfeya ser milên xwe  derbarê qerebû kirina qurbaniyan û avedan kirina Helebçeyê bi cih bîne  û civaka navdewletî jî rê nede ku careka din tawaneka bi vî awayî li tu derên din li ser zemînê dubare bibe.

Nemirî ji bo şehîdên Helebçe û hemû şehîdên Kurdistanê

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
16.03.2018