Hikûmeta Herêma Kurdistanê
MON, 29 APR 2024 00:28 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Barzanî û Şerîetmedarî têkeliyên di warê aborî û bazirganî de gotûbêj dikin

THU, 3 MAY 2018 00:13 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 02.05.2018-ê li bajarê Hewlêrê, digel Mihemed Şerîetmedar wezîrê pîşesazî û kanzayên hikûmeta Îranê û şandeya pê re ku ji Îrec Mescidî Balyozê Îranê li Îraqê, waliyê Taranê, waliyê Urmiyê, serokê geşepêdana bazirganîya Îraq û Îranê û hijmareke berpirsên Odeyên pîşesazî û aborî yên wîlayetên cudayên Îranê pêkhatibû,  civiya.

Di civînê de ku, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amade bû, şandeya mêvan kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Herêma Kurdistanê û beşdarîkirina di konferensa geşepêdana têkeliyên aborî di navebra Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê de diyar kir û behsa têkeliyên dêrînên navbera Herêma Kurdistan û Îranê kir û berheviya xwe ji bo zêdetir berfirehkirina têkeliyên di warê aborî, pîşesazî û bazirganî de nîşan da.

Şandeya Îranê diyar kir ku ew dilxweş in têkeliyên Hewlêr û Bexdayê ber bi asayîbûnê diçin û beşek ji arîşeyan navbera her du aliyan de hatine çareser kirin û dupat kir ku Îran dixwaze aramî li tevaya herêmê bi cî bibe.

Nêçîrvan Barzanî ji bo serdana şandeya Îranê bo Hewlêrê û alîkariyên berdewam yên Komara Îslamiya Îranê di rojên dijawar de ji bo Herêma Kurdistanê sipas kir û berheviya Herêma Kurdistanê ji bona zîdetir xurtkirin û berfirehkirina têkeliyan di hemû waran de û bi taybetî di warê aborî û bazirganî de digel Îranê nîşan da. Serokwezrî diayr kir ku Herêma Kurdistan û Îraq  bi giştî dixwaz in tenahî û aramî li deverê hebe û  di vî warî de Îran xwedî tecrûbeyeke zengîn e û dikare alîkariya Îraq û Herêma Kurdistanê bike.

Serokwezîr Barzanî sipasiya şandeya Îranê kir ji bo beşdarîkirina wan di konferensa geşepêdana têkeliyên aborî di navebra Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê de û hêvî xwest konferens ji bo her du aliyan mifa û sud hebe.

Serokwezîr sipasiya Balyoz û Konsulê Komara Îslamiay Îranê û hemû wan dostan kir ku, di pêşvebirina têkeliyên di warê zanistî, aborî, bazirganî û çareserkirina beşek ji pirsgirêkan hevkar bûn.