Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SUN, 28 APR 2024 07:15 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr: Herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên aborî û bazirganî bi Îranê re berfirehtir bike

THU, 3 MAY 2018 21:59 | KRG Cabinet

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 02.05.2018ê li bajarê Hewlêrê konferensa geşepêdana têkeliyên aborî di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê de dest bi kar û çalakiyên xwe kir. Di konferensê de ku Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mihemed Şerîetmedarî wezîrê pîşesazî û kanzayên Îranê, Mihemed Şeyah Alsudanî wezîrê pîşesazî û kanzayên Îraqê û hijmareke wezîr û berpirsên Herêma Kurdistanê û xwedîkar û bazirganên Kurdistan û Îranê amadebûn, Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeş kir û hêvî xwest ku konferens di kar û xebatên xwe de serkeftî be û ji bona zêdetir geşepêdana têkeliyên aborî di navbera Hewlêr û Taranê de gavên zêdetir bên avêtin.

Serokwezîr di peyva xwe de got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di gelek waran de digel Îranê berjewendiyên mezin û giring hene û giringiyeke taybet bi têkeliyên di warê aborî û bazirganî de digel Komara Îslamiya Îranê dide. Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniyê li hemû kar û çalakiyên din dike ku bibin hokarê zêdetir pêşvebirina têkeliyên aborî û baziragnî bi Îranê re û di vî warî de bi berdewamî xebitiye.

Barzanî eşkere kir ku qebareya bazirganiya navbera Herêma Kurdistan û Îranê digehe 6.5 milyar dolaran ku zêdetir ji 25% koma giştiya hawirdekirinê ya Herêma Kurdistanê pêktîne, ev ji bilî, balefirxaneyan û wîlayetên başûrê Îraqê. Herêma Kurdistanê 67% hawirdekirina otomobîlan li tixûbên Îranî encam dide û 359 kompaniyên îranî li Herêma Kurdistanê ofîsên wan hene ku piraniya wan di warê bazirganî de kar dikin, 135 fabrîkeyên îranî li Herêma Kurdistanê hene ku bi sedan derfetên karî afirnainde û ev çalakiyên bazirganî hemû bi rêya her sê deriyên tixûbî yên navdewletî; Perwêzxan, Hacîomeran û Paşmax digel pênc deriyên din nefermî li ser tixûbê Herêma Kurdistan û Îranê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya têkeliyên xwe yên bi Îranê re dê lêbixebite devereke bazirganiya azad li devera ser tixûb li Perwêzxan ava bike û ji bona bicîkirina vê pilanê hikûmetê di ware piraktîkê de çend gav avêtine û cîyekî taybet ji bona cirustkirina wê deverê veqetandiye. Ji bona bicîkihanidna vê pilanê divê digel hikûmeta Îraqê jî danûstandin bên kirin û hêvî xwest ku ev konferens ji bona jiholêrakirina ew pirsgirêk û astengiyên di rêya avakirina devera bazirganiya azad hene, ev konferens rêxweş ker be.

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de behsa danûstaninên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û got ku, wan danûstandinan karîgerî li ser warên aborî û abzirganî hebû û çend pirsgirêk weke; deriyên ser tixûban, gomrik û bazirganiya navdewletî di çarçoveya destûrê de û ji bona çareserkirina hemû arîşeyan hewildan berdewamin. Ev konferens derfetek dine ji bona berfirehkirina çalakiyên bazirganî û baorî di navbera Herêma Kurdistan, Îraq û Îranê de û bibe palderek ku, bazirgan û xwedîkar û sermayedar yên Herêma Kurdistan û Îraqê digel Îranê qebareya bazirganî zêde bibe û ev yek ji armancên sereke yên hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û jê re bi berdewamî  karên cidî dike.

Barzanî daxwaz ji kompanî, bazirgan, sermayedar û xwedîkaran yên Herêma Kurdistan, Îraq û Îranê kir ku di warê bazirganî û sermayerazandinê de kar û pirojeyên hevbeş di navbera xwe de zêdetir û berfirehtir bikin û di vî warî de hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye hemû hêsankariyan bike. Tixûbê dirêjê navbera Herêma Kurdistan û Îranê wisa kiriye ku bazarê wan ji hev nêzîk be û dikare ji nuha gelek zêdetir çalakiyên bazirganî berfirehtir bikin.

Serokwezîr Barzanî behs ahelwestên Komara Îslmaiya Îranê kir û got ku Îran dostek dêrînê gelê Kurdistanê ye, di rojên teng û dijwar de deriyên xwe ji penaberan re vekiriye, hewandine û hevkarî jê re kiriye, di şerê dijî DAÎŞê de jî, Îranê alîakriya herêma Kurdistanê kiriye û gelê Kurdistanê bi qedir û hurmet li van helwestên Îranê dinêre.