Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SUN, 28 APR 2024 18:53 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Li Moskovayê Nêçîrvan Barzanî digel Vladimir Putin dicive

TUE, 8 MAY 2018 22:40 | KRG Cabinet

Arşîv

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 08.05.2018 ber bi Moskovaya payetxta Rûsya Federal bi rê ket û beşdariyê di şahiya 73 saliya serketina Cenga mezina niştimanî (Cenga Cîhanê ya Duyem) dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi rêya Îgor Sechin Serokê Cîbicîkar yê Kompaniya Rosneft ji aliyê Ofîsa Vladimir Putin Serokê Rûsya Federal ve hatiye vexwandin.

Nêçîrvan Barzanî roja 9 gulanê beşdariyê di çalakiyên merasima 73 saliya bi dawî hatina Cenga Cîhanî ya Duyem dike û di vê serdana xwe de digel Vladimir Putîn Serokê Rûsyayê û hijmareke berpirsên Rûsya ya Federal dicive.