Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 30 APR 2024 05:34 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr:Yekdengiya aliyên kurd li Bexdayê ji bo Herêma Kurdistanê giring e

WED, 16 MAY 2018 23:44 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja çarşem 2018-05-16 di civîneka rojnamevanî de behsa pirosêsa hilbijartina Parlemantoya Îraqê û hin pirsên têkildar bi hilbijartin û rewşa deverê kir.

Li despêkê pêrozbahiya serketina hilbijartina Encumena Nûneran li gelê Îraqê bi giştî û gelê Kurdistanê bi taybetî kir. Herwiha spasiya welatiyan kir ji bona pişkdarî kirin di pirosêsa dengdanê, ku bi awayekê aram û bê arîşe rêveçû.

Serokwezîr hêvî xwest serdema piştî hilbijartinê bibe destpêkek ji bo vê yekê siyatmedarên Îraqê biazanin ku divê pitir giringiyê bi pêdawîstî û daxwazkariyên gelê Îraqê ji bo bi dest anîna jiyaneka bextewer û rewşeka baştir li warê xizmetkarî û dabîn kirina kar bidin.

Barzanî ev yeke jî got ku piştî ragihandina encamên fermî yên  hilbijatinê, diyalog ji bo pêk anîna kabîneya nû ya Îraqê li Bexdayê destpê dike û aliyên Kurd bi cidî beşdar dibin.

Serokwezîr bi spas kirina Komîsiyona Blinda Hilbijartinan û saziyên asayişê got wek hûn dizanin asta beşdarî kirina hilbijartinê li Herêma Kurdistanê li berawird tevî parên din yên Îraqê zêdetir bû, eva nîşaneyeka baş e ji bo Herêma Kurdistanê ku hêjayê rêz girtinê ye.

Barzanî herwiha got Herêma Kurdistanê hest dike ku di Îraqê de serdem û destpê kirineka nû ye û dixwaze li ser bingeha rêketin û hevpariyê tevî Bexdayê bigehe çareseriyekê ku di berjewendiya gelên Îraq û Kurdistanê de be. Herêma Kurdistanê bi vê hêviyî diçe Bexdayê. Bê guman yekdengiya aliyên Kurdistanî gelek giring e divê em yekrêziya nav mala xwe biparêzin û bi ytekêtî li Bexdayê berhev bin.

Li bersiva pirsyarên derbarê destpê kirina diyalog tevî aliyên Îraqê xuyakir: em bi yek awayî hemû aliyan dibînin, lê heya niha bi awayekê fermî diyalog ji bo pêk anîna hikûmet û hevpeymaniyan destpê nikirine û di demeka nêz de şandeya Kurdistanê diçe Bexdayê û  bê cudahî tevî hemû aliyan dicive.

Serokwezîr derbarê nerazî bûna şeş aliyên Herêma Kurdistanê ji encamên hilbijartinê ragihand: şeş aliyên siyasî dilgiraniya xwe li piroseya hilbijartinê li Silêmaniyê û Kerkûkê xuyakirine, ji bo vê yekê jî ku qafiye ya helbesta wan bi başî rêve biçe, Hewlêr û Duhok jî zêde kirine. Em ji dilgiraniyên wan tê digehin û  min wek Serokê Hikûmeta Herêmê ev nûçeye bihîstiye û li ser vê pirsê dilgiranim û daxwazê ji Kimîsiyona hilbijartinê dikim ku daxwazên wan bi cidî werbigire, ji ber ku yekdengiya me li Bexdayê ji bo Herêma Kurdistanê giring e.

Derbarê diyalog û hevdîtin tevî rayedarên Amerîkayê û helwesta wan ji bo pêşeroja Îraqê xuyakir: min li Hewlêr Brret MacGurk dît û em di çarcoveya piroseya siyasiya Îraqê bi hev re civiyane.

Her wiha got Amerîka jî daxwazê dike hikûmetek pêk bihê ku di xizmeta hemû welatiyên Îraqê de be. Ew vê pirsê bi piroseyeka Îraqî dizanin û dixwazin Îraqî bi xwe biryarê bidin û dixwazin hikemetek pêk bihê ku giringiyê bi xizmetkarî û jiyana rojane, aborê û derfeta kar ji bo gelê Îraqê bide. Biryar e McGurk serdan Serok Barzanî jî bike.

Serokwezîr daxwza kir aliyên Kurdî ku 57 kursî ji bo parlemantoya Îraqê bi dest xistine bi hev re bin û bi firaksiyneka yekgirtî beşdariyê bikin û divê dilgraniyên aliyên siyasî bihê çareser kirin. Bo vê yekê jî amaje bi çareser kirina dilgraniyên wan li Silêmaniyê û Kerkûkê ji aliyê Komîsiyona Hilbijartinê kir.

Barzanî derbarê hilbijartinên Kurdistanê jê got: min daxwza hilbijartinên Herêma Kurdistanê kiriye û çi pirsgirêkekê ji bo hilbijartina Serokatiya Herêmê, yan Parlemantoyê, yam Encumena Parêzgehan nabînim. Wek PDK jî em ji bo wan hilbijartinan berhev in.

Li bersiva pirsiyarekê derbarê bandora paş ketina pêk anîna kabîneya nû ya Îraqê li ser hilbijartina Parlemantoya Kurdistaê xuyakir: me dema rêveçûna hilbijartinan diyar kiriye û li demê diyarkiriê dihên sazkirin.

Barzanî wergirna posta Serokatiya Komara Îraqê yan her posteka serverî li Hikûmeta ayindeya Îraqê bi mafên Kurdan daye zanîn û got: pirsgirêka Kurd li Bexdayê post nine, ji vê yekê mezintir e, Kurd 12 sal e çavrê bi cih anîna Destûra Îraqê ye. Lê 12 sale destûr bi cih nahê. 12 sale hevbeşî nemaye. 12 sal e kar ji bo aramiya siyasî li Îraqê nahê kirin. Divê me dîtingeheka ruhin ji bo Îraqa piştî hilbijartinê hebe. Serhildan DAIŞê ji ber siyasta borî bû. Rifiranadûma Kurdistanê ji ber bê hêvî bûna Kurdan li Bexdayê rêveçû, ku naxwze destûr bi cih bihê.

Herwiha got pirsgirêka me gelê Îraqê nine, em birayên hevin, lê divê eva ku ji bo pêşeroja Îraq pêdviye bi cih bihêt.