Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 26 APR 2024 16:31 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Civata Wezîran Cejna Qurbanê pîroz dike

MON, 20 AUG 2018 20:09 | KRG Cabinet

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di peyama xwe ya pîrozbahiyê de, Cejna Qurbanê li misilmanên Kurdistanê, Îraq û cîhanê pîroz dike û hêvî dike ku aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê bi yekrêzî, yekdengî û bi bernameyekî kurdistanî biçin Bexdayê.

Teksta peyamê:

Em hatina Cejna Qurbanê, li destpêkê, li malbatên serbilindên şehîdan,  pêşmergeyê mêrxas û paşî jî li tevaya misilmanên Herêma Kurdistanê, Îraq û çîhanê pîroz dikin. Em hêvîdar in ev cejin aşitî, aramî û biratiyê bi xwe re bîne û hemû alî di nava tenahiyê de cejn û bênvedaneke xweş û rehet derbas bikin.

Cejna Qurbanê di demekî daye ku li Îraqê bizav û xebatên pêkanîna hikûmeta nû dest pê kiriye, em hîvîdar in aliyên kurdistanî berjewendiyên gelê Kurdistanê li pêş hemû tiştên din deynin û yekrêz û bira bin daku bikarbin li asta daxwazên gelê Kurdistanê de bin û bernameyekî kurdistanî li ser bingeha bi desatve anîna mafên destûriyên gelê me amade bikin û bi hev re weke yek tîm biçin Bexdayê, Hhikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi her awayekê be, piştevan dibe.

Careka din Cejna Qurbanê li hemûyan pîroz be, bi vê hêviyê  ku hemû cejn û minasibetên bên di rewşeke baştir û minasibtir de pîroz bikin û gelê Kurdistanê jî bi mafên xwe yên adil şad bibe. Em daxwazê ji hevwelatiyan dikin ku ji bona selametiya xwe û malbatên xwe di rojên cejin û bênvedanê de pêgiriyê bi yasayên trafîkê bikin.

Em cejn û bênvedaneke tena ji bo hemûyan dixwazin û her sal bi xweşî be.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
20.08.2018