Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 26 APR 2024 14:06 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Yekêtiya Ewrûpayê piştîvaniyê ji hilbijartinên Herêma Kurdistanê dike

TUE, 11 SEP 2018 12:58 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Roja Sêşem 2018-09-11 pêşwaziya konsul û nûnerên welatên Yekêtoya Ewrûpayê (YE) li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinekê behsa dawîn pêşhatên siyasî û rewşa Herêma Kurdistanê û berhevî yên hilbijartinên parlematoya Kurdistanê kirin, ku biryar e li roja 30 Îlonê rêve biçe.

Konsul û nûnerên YE kêfxweşiya xwe li hember encamdana hilbijartinên Herêma Kurdistanê li dema diyarkirî nîşandan û hêviya serketinê jê re xwestin û herwiha piştîvaniya Yekêtiya Ewrşpayê ji bo pirosêsa siyasî, hilbijartin û berfireh kirina demokrasiyê li Herêma Kurdistanê xuyakirin.

Li vê hevdîtinê, behsa piroseya siyasî ya Îraqê û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê hate kirin û rola Herêma Kurdistanê mîna hevpareka sereke ji bo pêkanîna hikûmeta nû û piroseya siyasî giring nirxandin.

Serokwezîr tevî şandeya mêvan hev hizr bû ku hilbijartinên Îraqê û pêkanîna hikûmeta nû li Bexdayê bersiva daxwazên welatiyên Îraqê ji bo dabîn kirina tenahî, misoger kirina xizmetkariyan û pêşxistina welat li hemû waran bide.

Li dawiyê jî behsa berfireh kirina tîkiliyan û alîkarî û hemahengî ya berdewan li hemû waran, rewşa deverê û dawîn pêşhatên wê kirin.