Êvariya roja 22.09.2018ê li bajarê Bexdayê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê digel Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqa Federal civiya.
Di civînê de berdewamiya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê û dosyeyên hevbeşên navbera her du hikûmetan gotûbêj kirin û her du aliyan tekîd li ser çareserkirina tev arîşeyan bi awayekî ku di berjeewendiya tev welatiyande be kirin.
Pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê ku li gor xwesteke welatiyan be û avadankirin, aramî, emin û derfetên kar bidest bixe, pirosesa hilbijartina serkomar û serokwezîrê Îraq û bicîkirina gavên destûrî di civînê de hati gotûbêj kirin.
Her du alî hevhizir bûn ku hikûmeta nû ya Îraqê bikaribe rûbirûyê tehedayên paşerojê bibe û serkeftin û destekeftiyên serkeftinên pêşmerge û arteşa Îraqê li dijî terorîstên DAÎŞê biparêze.