Hikûmeta Herêma Kurdistanê
MON, 29 APR 2024 04:59 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezî digel cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê dicive

MON, 15 OCT 2018 20:52 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 15.10.2018ê li bajarê Hewlêrê, digel John Sullivan  cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê û şandeya balaya pê re ku ji General Migo Vadel alîkarê serokê desteya Erkanîya Hevbeş, Douglas Silliman Balyozê Amerîkayê li Îraqê , Steve Fagin Konsulê giştiyê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û çend berpirsên din yên diplomasî û leşkerî pêkhatibû, civiya.

Di civînê de, Sullivan, serkeftina pirosesa hilbijartina parlamentoya Kurdistanê û serkeftina pêşmergeyê Kurdistanê bi ser DAÎŞê de, li Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîroz kir. Şandeya mêvan piştgiriya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê tekîd kir û daxwaz kir ku diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina tev pirsgirêkan û hevkariya eminî û aborî berdewam be.

Di civînê de pêşhatên dawiyê yên rewşa Îraqê hat gotûbêj kirin û her du alîyan hêvî xwest ku hemû serkirdeyên îraqî bi hev re kar bikin daku kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê li gor destûrê bê pêkanîn.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdan û hevkarî û alîkariyên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê kir û ji şandeya mêvan re behsa pirosesa siyasî li Îraqê û berşariya Herêma Kurdistanê di wê pirosesê de û rewşa siyasiya û hilbijartina parlamentoya Kurdistanê kir.