Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 16.10.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Ciwana Lundez Balyoza Austiralyayê li Îraqê û şandeya pê re kir.
Balyoza Austiralyayê li Îraqê, serkeftina pirosesa hilbijartina parlamentoya Kurdistanê li Nêçîrvan Barzanî pîroz kir û hêvî kir ku, xebatên ji bona pêkanîna kabîneyên her du hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê bi serkeftî birêve biçin û aramî û eminyet ji bo deverê vegere.
Şandeya mêvan behsa pirojeyên xizmetgozarî û hevkariyên mirovî yên Austiralyayê ji bo deverên ji bin destê terorê hatine azad kirin kir û daxwaz kir ku ji bona ew alîkarî bighin wan deveran hevkarî jê re bê kirin.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya şandeya welatê Austiralyayê kir û got ku hikûmeta Herêma Kurdistanî amadeye bi her awayî hêsankarî û hevkariyê bike daku ew pirojeyên xizmetgozarî û alîkariyên mirovî bigihin deverên azadkirî û hêvî xwest têkeliyên Herêma Kurdistan û Austiralyayê zêdetir berfireh bibin.