Cubran Basil Wezîrê Derve yê Lubnanê û Nîkola Tuynî Wezîrê Dewleta Lubnanê ji bo karûbarên berhingar bûna gendeliyê û şandeya bi wan re serdana Herêma Kurdistanê kirin û roja sêşemê 04.12.2018 li bajarê Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.
Di civînekê de ku hijmareke wezîr û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, rewşa siyasî ya Îraqê, pirosesa siyasiya piştî hilbijartinan, pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Îraqê û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û têkeliyên Îraq û Herêma Kurdistanê bi Lubnanê re hatin gotûbêj kirin.
Cubran Basil Wezîrê Derve yê Lubnanê sipasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku hevkarî û piştgiriya kar û çalakiyên revenda lubnanî li Herêma Kurdistanê dike û got ku Lubnan dixwaze têkelyên xwe di hemû waran de, bi taybetî di warên bazirganî, tûrîzim, kultûr û sermayerazandinê de berfirehtir bike.
Nêçîrvan Barzanî got ku Herêma Kurdistanê piştgiriyê û hêsankariyan ji bo kompanî û şirketên Lubnanî dike ku sermaye yên xwe li Herêma Kurdistanê di warên cuda da birazînin. Serokwezîr destxweşî li revenda Lubnanî ya li Herêma Kurdistanê kir ku di warê bazirganî, kultûrî û tûrîzmê de çalak in û hêvî xwest ku têkeliyên her du aliyan di hemû waran de zêdetir pêşde biçin.