Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi boneya koça dawiyê ya pirefesorê kurd, Cemal nebez, di peyamekê de ji malbat, dost û hevbîrên mamoste Cemal Nebez re sersaxiyê dixwaze û dibêje ku xwedêjêrazî berhemên xwe hertim zîndî dimîne.
Teksta peyama Serokwezîr Ji bo malbata xwedêjêrazî pirefesor Dr. Cemal Nebez
Mixabin, îro me nûçeya koça dawiyê ya bîrmend, zanistkar û nivîskarê navdarê neteweya me pirefesor Dr. Cemal Nebez, bihîst. Bi vê boneya xemgîn, em ji we yên birêz re û ji hemû, xizim, dost û hevbîrên Mamoste Cemal Nebez re sersaxiyê dixwazin, ji Xwedayê mezin daxwazê dikin ku sebir û tehemulê bi hemû aliyan bide.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona her hevkarî û alîkariyeke di warê mersimên veşartian cenazê de amade ye.
Mamoste Cemal Nebez, zanistkarekê mezin yê gelê me bû, di bizava hizrî û ramiyariya kurd da di warê nasandin û piştevanîkirina şoreşên Kurdistanê da û daxwazên rewayên miletê me li diyaspora û li navendên rewşenbîrîyên Ewropayê de, herwesa di pêş xistina hizir û hişiyariya neteweyî de roleka ber bi çav hebû.
Kitêb û berhemên wî yên di warê hizrî, rewşenbîr û zimanî de, wisa dikin ku yad û navê pirefesor Dr. Cemal Nebez hertim bi zîndî bimîne. bîranîna wî bi xêr be.
Nêçîrvan Barzanî
Serowkezîrê Herêma Kurdistanê
08.12.2018