Hikûmeta Herêma Kurdistanê
MON, 29 APR 2024 08:17 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr pêşwazî li Nadiya Murad dike

THU, 13 DEC 2018 13:52 | KRG Cabinet

Nadiya Murad piştî xelata Nobel ya Aşitiyê li Oslo, paytexta Norvejê wergirt, vegeriya Herêma Kurdistanê û roja pêncşemê 13.12.2018 li bajarê Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Serokwezîr wergirtina xelata Nobel ya aşitiyê li Nadiya Murad pîroz kir û hêviyên serkeftinê jê re xwest û berheviya hikûmetê ji bo piştgirtiya hemû xebat û çalakiyên wê yên mirovî ji bona aşitiyê û xizmetkirina qurbaniyên êzidî û gihandina dengê wan bi cîhanê nîşan da.

Herwiha piştîvaniyê ji xebatên wê yên ji bona berhingar bûna terorê û dadgeh kirina terorîstên DAÎŞÊ  û nasandina dosyeya Êzidiyan weke jênosîda li cîhanê û parastina êzidiyna dike.

Nadiya Murad sipasiya serokwezîr kir û bi kurtî behsa serhatî û tirajediya bi serê  êzidiyan hatî û xebatên wê yên ji bona vegerandina aramî û aşitiyê ji bo civaka êzidiyan û timama qurbaniyên destê terorê bi giştî  kir.

Wê herwesa  behsa rewşa niha ya Êzidiyan, bi taybetî li devera Şingalê kir û daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di avedan kirina Şengal û deverên din yên êzidiyan de rol hebe, ku xelk bikaribe  vegere ser mal û milkê xwe û jiyan û aramiya devera wan parastî be.

Ndiya Murdan daneyek ji kitêba xwe ya bi nave "Keça Dawiyê" ku bi zimanê |ngilîzî weşandiye, diyarî serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir.