Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi serokatiya şandeyeke bala serdana Herêma Kurdistanê kir û roja çarşemê 09.01.2019ê li bajarê Hewlêrê, ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin û di civînekê de çend mijarên giring û aktuel di rojeva Kurdistan, Îraqê û herêmî de gotûbêj kirin.
Di civîne de ku, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amade bû, Pompeo kêfxweşiya xwe li hember yekemîn serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistan û deverê nîşan da û behsa rewşa herêmî bi giştî, pêşhatên Rojhilata Navîn û metirsiyên serhildana terorê û karên hevbeş ji bo binbirkirina terorê kir.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê ku heta niha ji encama wê diyalogê gelek pirsgirêk hatine çareser kirin bilind nirxand û tekîd kir ku Amerîka dê weke hevbeşa Îraq û Herêma Kurdistanê bimîne.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdanan wezîrê derve û alîkariyên Amertîkayê di demên dijwar de pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirine kir û got ku Herêma Kurdistanê têkeliyên dostane digel Amerîkayê hene û gelek karên hevbeş digek Hevpeymaman encam dane û berdewamiya karên hevebş yên ji bona rêgirtinê li pêşiya careke din teror serî hilde û bi taybetî li deverên ji bona bicîbûna asayîş û aramiyê pêngavên nehatine avêtin, bi pêwîstî zanî. Di vê çarçoveyê de, serowezîr tekîd li ser hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê kir.
Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de got ku Herêma Kurdistanê piştevaniya kabîneya hikûmeta Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê Îraqê dike û ji bona serxistina wê hikûmetê kar dikin. Barzanî diayr kir ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyalogek erênî heye, her çiqas jibona çareserkirina hindek pirsgirêkan pêwîstî bi wextek zêdetir heye, lê ji bona destpêkirina diyaloga cidî aqarek xweş hatiye afrandin û di vî warîde giringe welatên dost û bi taybetî Amerîka hevkariyê bike.
Serokwezîr ji şandeya Amerîkayê re behsa reformên Herêma Kurdistanê kir û daxwaz kir ku di warê şarezayî û pisporiyê de hevkariya Herêma Kurdistanê bê kirin daku ew çaksazî baştir bên encam dan û karên hikûmetê ber bi pêşve biçin.