Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 27 APR 2024 20:34 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Konsulê nû yê Rûsyayê li Hewlêrê dest bi kar kir

MON, 15 APR 2019 22:26 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûnê li Konsulê nû yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, Oleg Vlademiroviç, kir û serkeftin jê re xwest.

Serowkezîrê, berheviya Herêma Kurdistanê nîşan da ku têkeliyên xwe bi Rûsyayê re û bi taybetî di warê bazirganî, çandinî, kareba û tûrîzmê da berfireh bike  û ji şandeya mêvan re behsa rewşa pirosesa siyasî û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 15.04.2019 li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Konsulê nû yê Rûsyayê kir û di civînekê de konsulê nû kêfxweşiya xwe bi dîdara bi serowkezîr Barzanî ra nîşan da û got ku ew kêfxweşe weke konsulê Rûsyayê li Hewlêrê dest bi karê xwe dike û tekîd li ser pêşxistina têkeliyên navbera Kurdistan û Rûsyayê kir û rola pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê da û pêşwazîkirin û hewndina koçber û penaberan ji pêkahteyên cuda bilind nirxand.