Nêçîrvan Barznaî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja çarşem 2019/04/17 tevî Hisên El-Fezale Berpirsê karê Balyozxaneya Qeterê li Bexdayê civiya.
Serokwezîr Barzanî bi xuyakirina daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêş xistina têkiliyên tevî Qeterê, kurtiyek derbarê kirîzên salên borî û çareser kirina wan bi awayekê serketî xiste berçav, bi taybetî normal bûna têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û biryardan li ser çareser kirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê.
Barzanî her wiha behsa pirosêsa siyasî a Herêma Kurdistanê û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di gava dawiyê de ye.
El-Fezale, silav û rêzên serokatiya welatê xwe gihande Barzanî û pîrozbahiya serketina hilbijartinên Kurdistanê jê re kir û hêvî xwest kabîneya nû bi zûtirîn dem pêk bihê.
Hee wiha bi pêdagirî li ser berfireh kirina têkiliyên Qeterê tevî Îraq û Herêma Kurdistanê, bal kişande ser giringiya rola Herêma Kurdistanê ji bo çareser kirina kirîzan û şerê dijî terorê û hembêz kirina hijmareka zêdeya koçber û penaberan.
El-Fezale behsa serdana şandeyeka bazirganên Qeterê bo herêma Kurdistanê ji bo karê sermaye razandinê kir û Serokwezîr pêşwazî ji vê gavê kir û berhev bûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkarî û hêsankarî ji bo weberanîna Qeterê li Herêma Kurdistanê nîşanda.