Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 2 MAY 2024 00:59 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Qubad Talebanî serperiştiya civîneka ji bo çareserkirina pirsgirêkên rê û pira dike

FRI, 3 MAY 2019 14:43 | KRG Cabinet

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 02.05.2019ê serperiştiya civînekê kir ku, Derbaz Kosret Resûl wezîrê avadankirin û nîştecîkirinê, Newroz Melûd wezîra şaredarî û tûrîzmê û Rêbaz Hemlan wezîrê darayî û aborî  di wê civînê  bûn, û rewş û pirsgirêkên rê ûpiran tê da hatin gotûbêj amade bûn.

Talebanî got ku di çend rojên borî de dest bi çakirina wan rê û pirên ji encama lehiyê hatibûn wêran kirin,  hatiye kirin,  lê karê pêşneyê hikûmeta Herêma Kurdistanê çakirina hemû rê û piran e di demek kurt da û biryar hat dan ku budceyeka taybet û pêwîst bê dabîn kirin û daxwaz ji wezareta navzwe hat kirin ku hijmara polîsên tirafîkê li ser rê û cadeyan zêdetir bike bi taybetî li wan cadeyên kar li ser tê kirin. Herwesa  kamêra û amûrên pişkinîna alkeholê bên zêdekirin daku bûyerên tirafîkê kêm bibin.

Du vê civînê da biryar hat dan ku di nava heftiyekê da civînek berfireh bi amadebûna wezîrê navxwe û waliyên her çar wîlayetên Herêma Kurdistanê bêkirin û budceyeka taybet ji bo çakirina rê û pira bê berdest kirin.